Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê girtekên du salan li Şêrawayê hat eşkerekirin

Li Efrîna ku ev 2 sale ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, rojane talanî û wêrankirina li herêmê pêk tê.

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawa girtekên du salan ji binpêkirinên çeteyan li dijî gundên wan eşkere kir.

Li gorî vê, çeteyan zêdeyî 30 hezar darên zeytûn û daristanê qut kirine û 200 hektar erd jî şewitandine.

Binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ji roja ku Efrîn dagir kiriya heta îro li dijî şêniyan dewam dike.

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawa girtekên du salan ji binpêkirinên çeteyan li dijî gundên xwe eşkere kir.

Komîteyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi dehhezaran darên zeytûnê qut kirine.

Li gorî vê;

GUND Û JIMARA DARÊN HATINE RAKIRIN

Li gundê birc El-Qas 10 hezar,

Mezin 3300

Aqîbe 2110

Kulute 150,

Soxanekê 13375 darên daristanî û zeytûnan şewitandin.

Her wiha li gundê Ziyaretê, Kulute, Abîn, Tineb, Başemra, Kaştar Û Dêr Cimêlê zêdeyî 212 hektar erd hate şewitandin.

Komîteya Çandiniyê diyar kir ku şênî ji ber hedefgirtina çeteyan nikarin nêzî zeviyên xwe bibin.

Ji ber wê 200 hektar ji zeviyên çandiniyê bor mane.

Komîteyê anî ziman ku ji ber topbarana rojane li ser gundan 667 malbat ji kantona Efînê ber bi gundê Aqîbe ve koçber bûn e.

Çeteyên dewleta Tirk 400 darên zeytûnê birîn

Li gel eşkerekirina girtekên du salan yên li dijî gundên Şêrawayê çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk gelek darên zeytûnê yên şêniyên gundê Kefircenê yê navçeya Şera jî qutkirine.

Heman çavkaniyan diyar kir ku komek ji çeteyên bi navê Lîwa El-Weqas nêzî 400 darên zeytûnê yên gundên Senarê û Hêkêçe yên navçeya Şiyê jî birîne.

Back to top button