16 dewletan, tundiya li dijî xwepêşanderanên Iraqê şermezar kir

Tenê çend rojek maye ku xwepêşandanên li Iraqê 4 mehan li pey xwe bihêle.

Heta niha nêzî 600 xwepêşandêr di encama êrîşa hêzên ewlekariyê de hatine kuştin û bi deh-hezaran jî birîndar bûne.

Balyozxaneyên 16 dewletan tundî û kuştina xwepêşandêran şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo kuştina xwepêşandêrên sivîl, lêpirsînek destpêbikin.

Li dijî tundiya hêzên ewlekariyê yên Iraqê li dijî xwepêşandêran bertekên navdewletî zêde bûn.

Balyozên Kanada, Croatia, Çîkya, Finlanda, Fransa, Almanya, Hingarya, Îtalya, Netherland, Norwiç, Polonya, Romanya, Ispanya, Swêd, Brîtanya û Amerîka, tundî û kuştina xwepêşandêran ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve şermezarkirin.

Balyozxaneyên 16 welatan derbarê kuştina xwepêşanderên Iraqê ji aliyê hêzên ewlehiyê û komên çekdar ve daxuyanek belav kir.

Di daxuyaniyê de kuştina û birîndarkirina xwepêşandêrên di rojên dawiyê de li Bexda, Besra û Nasiriyê hatin bibîr xist.

Welatan bang li hikumeta Iraqê kir ku rêzê ji azadiya kombûnê û mafê xwepêşandanên aştiyane ya li gor destûrê re bigire.

Parlamentera Iraqê
Divê biryara derxistina hêzên biyanî, Tirkiyê jî bigre nava xwe

Tevî xwepêşandanan li nava parlementoya Iraqê mijara derxistina hêzên biyanî ji welêt tê kirin.

Parlamentera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Endama Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Elmas Fazil diyar kir ku divê biryara derxistina hêzên biyanî, Tirkiyeyê ji bigre nava xwe.

Elmas Fazil diyar kir ku biyar hîn nebûye yasa û got;

Pêwîste hikûmet vê biryarê bike yasa.

Di rastî de karê hêzên biyanî yên di çarçoveya têkoşîna li dijî tinekirina DAIŞ’ê, qediyaye.

Elmas Fazil bal kişand li ser hebûna leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku hemû hêz rojane binpêkirinan dikin.

Amerîka: Divê Iraq serweriya xwe li hember êrîşên Îranê biparêze

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Pompeo ji Iraqê xwest ku ‘serweriya xwe ya neteweyî’ li pêşberî Îranê biparêze.

Pompeo bi Twîttekê ji hikumeta Iraqê xwest ku erkên xwe yên ji bo parastina dîplomatên wan ên li Iraqê pêk bîne.

Back to top button