KOMÎTEYA PERWERDEYÊ LI GIRÊ SPÎ MEŞEK LI DAR XIST

Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê û hedefgirtina zarokan daketin qadan:

Di meşa ku bi sedan kes tevlîbûn de ev peyam hat dayîn.

“Erdogan zarokan dikuje, kanî parêzvanên mafên zarokan.”

Bi sedan xwendekar û mamosteyên Girê Spî ji bo şermezarkirina binpêkirin û êrîşên dagirkeriya Tirk û qetilkirina zaroka bi navê Sara Rifet meşek lidar xist.

Meş ji ber navenda perwerdeyê ya Girê Spî dest pê kir.

Meşê li Çerxerêya Elem a aliyê başûrê bajêr veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Komîteya Perwerdeyê ya Girê Spî û xwendevanan ve axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn dagirkeriya Tirkiyê ji axa Bakurê Sûriyê û qetilkirina zarokan şermezarkirin.

Her wiha ji civaka navteweyî û saziyên mafên mirovan hate xwestin ku van kiryaran bidin rawestandin.

Mîtîng bi siloganên “Şehîd namirin” û silavkirina biratiya gelan bi dawî bû.

Artêşa Tirk a dagirker di encama êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Girê Spî de zaroka 6 salî a binavê Sara Rifet Mistefa di 1`ê Mijdarê de şehîd kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button