Rêxistina Efûya Navdewletî: Plana Turmp, qanûna navdewletî binpê dike

Piştî nerazîbûna Filistînî û hinek Îsraîliyan ji plana serokê Amerîkayê ya ku plana veqetandina Îsraîl û Filistînê dike, Rêxistina Efûya Navdewletî jî “plana sedsalê” red kir.

Lê hemwextî van nerazîbûnan, gelek aliyan ev gav erênî dît û banga danûstandinên aştiyê li Filistîn û Îsraîlê kir.

 

Rêxistina Efûya Navdewletî bi daxuyaniyekê, plana serokê Amerîkayê Trump red kir û diyar kir ku ev yek qanûna navdewletî binpê dike û Filistîninyan ji mafên wan bêpar dike.

Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku “ev plan weke pirtûkeke şîretan e ku dixwaze êş û binpêkirin li Îsraîl û Filistînê zêde bibin.”

Wê bang li civaka navdewletî kir ku “rêkarên pêwîst bikin û rê nedin Trump erdan pev biguherîne.

Trump duh, di çarçoveya vê planê de got, wê herdu welat serbixwe bin û Qudis paytexata Israîlê ye.

Netanyahu jî diyar kir ew ê danûstandinan bi Filistiniyan re bike û hêvî dike qayîl bibin.

Komkara welatên Ereb: Eger ev plan ji bo aştiyê bixebite, em ê destekê bidin wê

Tevî ku vê planê gelek nerazîbûn bi xwe re anî, lê ji piştgirî û daxuyaniyên erênî jî bê par nema.

Nûnerê giştî yê Komkara welatên Ereb ragihand ku “weke destpêk, ev plan gelek mafên Filistîniyan dixwe, lê ew ê baş vê planê lêkolîn bikin û eger xebatên cidî ji bo aştiyê bike ew ê pê re bin.”

Lê helwesta ji hundirê Filistînê ne wisa bû û serokê desthilata Filistînê Mehmûd Ebas duh banga civîneke awarte li hemû aliyên Filistînî kir.

Rêxistina Biteslîm a Mafên Mirovan a Îsraîlî jî plana Waşingtonê red kir û ew bi “parçekirina nijadperestî” bi nav kir.

Lê gelek alî û welatan, mîna Rûsya, Fransa, Brîtanya, YE, Erebistana Siûdiyê, Qeter, Urdin û Îmaratê, ev gav erênî nirxand û kêfxweşiya bi pêkanîna aştiyê di navbera herdu aliyan de anî ziman.

Back to top button