Pentagon: 50 leşkerên Amerîkî di êrîşê de birîndar bûn

Amerîka ragihand ku di êrîşa Îranê ya li ser baregehên Amerîkî li Iraqê, 50 leşkerên wan birîndar bûne.

Berî niha hejandjina mejiyê 34 leşkerên xwe ragihandibû.

Pentagonê doh jî diyar kir ku ji ber heman êrîşê 16 leşkerên wan ên din jî birîndar bûne û mejiyê wan hejiyaye.

Li gorî raporeke ”wall street jornal” leşkerên Amerîkî yên ku li Almanya û Kiwêtê hatin dermankirin, vegeriyan Iraqê û erka xwe dewam dikin.

Ev bûyer jî di çarçoveya bersivadyîna ji kuştina Fermandarê Feyele El-Qudis Qasim Suleymanî, pêk hat.

Wê demê Serokê Amerîka teqez kir ku, ti leşkerên wan ziyan nedîtine û rewşa wan baş e.

Back to top button