CIWANÊN ŞOREŞGER: EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIBIN MERTALÊN ZINDÎ

Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yên navçeya Eyn Îsa jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî.

Her wiha Navenda Ciwanên Şoreger a Sûriyê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî jî daxuyaniyek der barê şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê de ji raya giştî re da.

Daxuyaniyaniyê de wiha hat gotin;

“Em wek Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsa êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê bi tundî û bi her awayî red dikin.

Êrîşên dagirkeriya Tirk tu carî ji me re nabin metirsî, lê li beramberî wê hêz û israra me ya berxwedanê zêdetir dibe.

Bila her kes bizane em şermezar nakin, berovajî wê bi qîrîneke şoreşgerî em ê li dijî hemû êrîşên li ser gelê Bakurê Sûriyê bisekinin.

Bila Erdoganê kujer û kesên destekê didinê bizanin; heger bê xwestin em ê bibin mertalên zindî.

Her wiha ger pêwîst bibe em ê bibin bombeyek û di hundirê wan de biteqin.

Her wiha Ciwanan di dawiyê de jî ev tişt got:

Em wek ciwanên şoreşger siyasetên der heqê rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de qebûl nakin û em ê li dijî van siyasetan bisekinin.

Leave a Reply

Back to top button