Neteweyên Yekbûyî dest bi bernameya ‘derxistina ji kar’ a karkeran kir.
Sazî plan dike ku hejmara xebatkarên xwe bi asta ji sedî 20’î kêm bike.
Neteweyên Yekbûyî plan dike ku ji sedî 20 ê 37 hezar xebatkarên xwe ji kar derxîne.
Li ser nerazîbûnan di bin navê ‘qutbûna zû’ bernameyeke dilxwazî da destpêkirin.
Bernameya ku heta 12’ê Îlona 2025’an serlêdan dikare lê bê kirin, teqawîtbûna pêşwext jî di nav de ji bo qutbûna bi dilxwazî derfetan dide.
Bernameya ku ji aliyê Departmana Ahengî, Polîtîka û Stratejiya Îdarî ya Neteweyên Yekbûyî (DMSPC) ve hate destpêkirin, ji xwe re dike armanc ku bandorên neyînî yên derxistina ji kar a ji neçarî ya paşerojê kêm bike.
Lê belê Sendîkayên Personel ên Neteweyên Yekbûyî hişyariyê didin ku ev bername di rastiyê de ‘bi dilxwazî’ nîne, dibe ku bibe tasfiyeyeke nixumandî.
Yên ku di çarçoveya bernameyê de cihê bibin piştî demekê wê careke din nikaribin di nava sîstema Neteweyên Yekbûyî de bixebitin.



