DEMÎRTAŞ: HEMÛ ZIMANÊN DINYAYÊ BI NIRX IN Û KURDÎ JÎ YEK JI VAN ZIMANAN E

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha xwe têkildarî Komxebata Zimanê Kurdî ya li Amedê hatî kirin bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe de bal dikişîne ser girîngiya komxebata li Amedê hatî kirin û wiha dibêje:

“Divê ji bo encamên ku ji komxebatê derketîn bê şopandin û bikeve meryetê û divê her kes bikeve nava ked û hewldanan.”

Demîrtaş li ser rola dengbêjan a di parastina zimanê Kurdî destnîşan kir û diyar kir ku sîstema perwerdehiyê ya li Tirkiyê ku Kurdî qebûl nake bûye sedemê windabûna zimanê Kurdî.

Demîrtaş da xwiyakirin ku Ji bo fêrbûna Îngîlîzî ne şerte yek Îngîlîz be, ji bo fêrbûna Tirkî ne şerte yek Tirk be û ji bo fêrbûna Kurdî jî ne şerte ku yek Kurd be.

Selahattîn Demîrtaş her wiha got:

“Li ser rûyê erdê her zimanê ku heye qedir û bi qîmet e.

Zimanê kurdî jî yek ji van zimanan e.”

Leave a Reply

Back to top button