Dewleta Tirk lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê dewam dike.

Piştî dagirkiriya Efrînê dewleta Tirk dest bi lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê kir.

Bi wê re hewl dide dîwar bi dirêjahiya 70 km li derdora Efrînê lêke.

Li kêleka gundên Bêkê, Elî Kera û Zeerê yên navçeya Bilbilê dewleta Tirk xendekan dikole da ku dîwar çêke.

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, wê kolandina xendekê ji serê çiyayê Gir heta goristana Şêx Hemze ya li nêzî gundê Elî Kera pêk bê.

Bi lêkirina vî dîwarî re dewleta Tirk sînorê xwe ji gundê Bêkê yê li hember gundê Çerçiya yê Tirkiyê nêzî 300 metre derbas kir.

Dewleta tirk a dagirker heman planên xwe yên guhertina demografiya herêmên dagirkirî li Serê Kanî û Girê Spî jî pêk tîne.

Back to top button