Vîrûsa Corona.. li çînê hêjmara miriyan gihişt 132.

Vîrûsa Corona ku bûye sedemê metirsiya li ser cihanê, li qurbaniyên xwe kesên nû zêde dike.

Heta niha hêjmara kesê jiyana xwe ji dest daye gihaye 132’an.

Her wiha vîrûs derbasî 5 hezar û 974 kesî bûye û rewşa bi hezaran kes jî di xeteriyê de ye.

Vîrûsa Corona ya ku ji bajarê Wuhan yê Çînê derketî û belav bûyî, êdî bûye yek ji mezindtirîn metirsiya li ser cihanê.

Ev demeke li piraniya bajarên Çînê rewşên awerte hatine ragihandin.

Lê ya diyar ewe ku heta niha ji bo vîrûsê çareseriyek diyarker ne hatiye ditîn.

Li gorî daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Netewî ya Çînê, ji derveyî Herêmên Xweser yên Tîbet ê, heta niha vîrûs li piraniya bajaran belav bûye.

Komisyonê diyar kir ku heta niha ji ber vîrûsê 132 kesan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha ji 5 hezar û 974 kes vîrûs derbasî wan bûye û ji van kesan jî rewşa hezar û 239’an girane.

Tenê li eyaleta Hubey, heta niha 125 kesan jiyana xwe ji dest dane û vîrûs derbasî 3 hezar û 554 kes bûye.

Tevî vê yekê jî goman li ser 9 hezar û 239 kesan ji heye ku vîrûs derbasî wan bûye.

Heta niha 103 kesên ku vîrûs derbasî wan bûyî jî hatine dermankirin û rewşa wan başe.

Agahiyên Kêliyê yên Nexweşiya Vîrûsa Korona ya Tendurisiya giştî ya Welêt, daneyên belavbûna vîrûsê li welatên cîhanê jî wiha rêz kir.

Tayland: 14

Japonya: 7

DYA, Almanya û Singapur: 5

Awustralya, Fransa û Koreya Başûr: 4

Malezya: 3

Vietnam: 2

Nepal, Kanada, Kamboçya, Îmarat û Sri Lanka: 1

Vîrûsa Korona cara yekemîn 12 Kanûna 2019’an li bajarê Wuhan yê eyaleta Hubey hate tesbîtkirin.

Komisyona Tenduristiyê ya Şaredariya Wuhanê, diyarkiribû ku li bazara berhemên Deryayî yên Huanan di 27 kesan de nexweşiyek ne hatî zanîn derketibû.

Vîrûs di demeke kin de ji bajarê Wuhanê derbasî eyaletên din bû.

Ji 22’ê Çileyê ve çûyîn û hatina di serî de li bajarê Wuhan, li 17 bajarên eyaleta Hubey hate girtin.

Back to top button