Zehmetiyên peydakirina avê li bajarê Hesekê ji ber qutkirina ava stasyona Elok li ser herêmê berdewam e.
Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ev 5 sal in şênî zor û zehmetiyên peydakirina avê dikişînin.
Peydakirina avê, li kêlek şert û mercên jiyanî, ji bo şêniyên Hesekê karê sereke yê rojane ye.
Bi hatina demsala havînê re jin û zarok ji her kesî zêdetir dijwariyên rojane yên peydakirina ava vexwarinê dibînin.
Tê zanîn ku dewleta Tirk Serê Kaniyê dagir kir, ava stasyona Elokê ji ser şêniyê Hesekê û Til Temir qut kir.
Ji wê demê ve peydakirina ava vexwarinê bûye karê rojane yê şêniyan.
Li gorî qanûnên navneteweyî qutkirina avê ji ser welatiyan sûcekî şer e , lê hîn jî civata navneteweyî û saziyên têkildar bê deng in.



