Şewata li daristanên çiyayên di navbera Laziqiyê û Hemayê de 5 roj in berdewam dike.
Her wiha ji ber erdnîgariya dijwar û tengbûna rêyan zehmetî di vemirandina agir de derdikevin.
Şewata ku ev 5 roj e berdewam dike, herêmên Eyn El Kirûm, Tahûnet El Helawa, Ebû Kilîfon ên gundewarên Hemayê, her wiha gundên Enab heta daristanên Şethayê dane ber xwe.
Li herêma Nebîn نبعين û Şecera yên gundewarên Laziqiyê jî şewitîn û metirsî li ser daristanên Keferiye û Broma yên Cebel El Ekrad jî hene.
Her wiha ji ber bayê dijwar, bilindbûna pileyên germahiyê, erdnîgariya dijwar û bermahiyên şer xwegihandina cihên şewatan, zehmet e.



