Piştî binketina gera duyemîn, Geir Pedersen xebatên Komîteya Destûrî li gel rejîma Sûrî gotûbêj kir.
Nûnerê NY li Sûriyê Pedersen û wezîrê derve yê rejîma Sûrî Welîd Mûalim aliyên pirosesa siyasî , nemaze komîteya destûrî, gotûbêj kirin.
Aliyan li ser dewamiya xebatên komîteyê tekez kirin û idîa kirin ku encamên vê komîteyê wê bi biryarên Sûrî-Sûrî bin.
Her wiha parastina yekparbûna xak û serweriya Sûriyê.
Hefteya borî jî berdevka Pedersen diyar kiribû ku ji bo jinûve-destpêkirina xebatên komîteya destûrî, piştî Rûsya, wê Pedersen berê xwe bide Şamê.
Doh jî şandeyekî Rûsî li ser heman mijarê serdana Şamê kiribûn û li gel Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed civiyabûn.