Dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifet topbaran kir.

Îro careke din dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifet ya Şehbayê topbaran kir. Ji ber topbaranê zarokekî 5 salî jiyana xwe ji dest da û yekî 8 salî jî birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir.

Ji ber topbaranê, zarokê 5 salî Nadir Ehmed jiyana xwe ji dest da û zarokê bi navê Mihemed Hec Îsa yê 8 salî jî birîndar bû.

Zarok birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Dewleta Tirk a dagirker 2`ê Kanûna 2019’an jî navçeya Til Rifetê topbaran kiribû.

Wê demê 8 jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest û 10 zarok jî birîndar bûn.

Back to top button