Bêrîtanya ji Yekîtiya Ewropayê derket

Parlamenta Ewropayê cudabûna Bêrîtanya ji Yekîtiya Ewropayê pejirand.

Parlamenta Ewropayê (PE) Peymana Brexît ya ku cihêbûna Qraliyeta Yekbûyî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dike, pejirand.

Di dengdana li Destaya Giştî ya YE a li Brukselê de, Peymana Brexîtê li pêşberî 49 dengên NA bi 621 dengên erê hate qebûlkirin.

Pêvajoya qebûlkirina Peymana Brexîtê wê bi dengdana li Konseya Yekîtiya Ewropayê bidawî bibe.

Piştî dengdanê şeva 31’ê Çileyê wê 73 kursiyên endamê Parlamenta Ewropayê ya Îngîltere ku ji Yekîtiya Ewropayê cuda dibe vale bibe.

Di referandûma 2016’an ku Ingiltere ji bo derxistina ji YE pêk anîbû de ji sedî 52 hatibû pejirandin.

Back to top button