Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit li Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.
Hate ragihandin ku serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK’ê Mesûd Barzanî îro li Seyrangeha Selahedîn a li Hewlêrê pêşwaziya hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Mehmûd El Mislit kir.
Hate diyarkirin ku her du aliyan rewşa siyasî ya li herêmê, bi taybet jî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirine.
Her wekî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, girîngiya diyaloga di navbera aliyên siyasî û hikumeta veguhêz de nirxandin.
Memûd El Mislit û Mesûd Barzanî li hev civiyan



