Serokê Fransî Macron: Erdogan sozên berlînê binpê kirin û hîna çeteyan dişîne Lîbyayê

Serokê Fransa Emmanuel Macron dewleta Tirk bi binpêkirina sozên Kongreya Berlînê tawanbar kir û diyar kir ku hîna dewleta tirk çeteyên xwe dişîne Lîbyayê û desteka leşkerî dide hikumeta Wîfaqê.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî ev tawanbarî nû kir.

Serokê Fransa Emmanuel Macron li gel serokwezîrê Yûnanistanê li Parisê konfranseke çapemeniyê li dar xist.

Macron got:

Dewleta Tirk, sozên ku li Berlînê ji bo Lîbyayê dabûn, binpê kirin.

Ji ber di rojên dawî de, me keştiyên Tirkî yên tije çeteyên ji Sûriyê ku gihaştin Lîbyayê, belge kirine.

Serokê Fransî her wiha, lihevkirina navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaqê ya Îxwanî jî şermezar kir û banga rawestandina şandina çeteyên ji Sûrî ber bi Lîbyayê ve kir.

Di Kongreya Berlînê ya ji bo Lîbyayê hatibû lidarxistin de, Macron li wir jî tiliyên tawanbariyê dirêjî dewleta Tirk kiribû.

Tirkiye ji Macron re: Fransa sedema sereke ya aloziya Lîbyayê ye

Dewleta Tirk jî bê bersiv nema û çîrokên kevin vekir.

Berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy “Fransa weke hêmana sereke ya pirsgirêk û aloziya Lîbyayê destnîşan kir û ew bi ne-aramiya wê tawanbar kir.

Duh jî dezgehên ragihandinê, gihaştina 2 keştiyên şer ên Tirkiyê ku hejmarek leşkerên tirkî tê de bûn, ragihand.

Lê bersiva dewleta Tirk ji wê re jî hebû û idia kir ku keştiyên wan ji bo piştevaniya operasyonên NATOyê li ava herêmî ya Lîbyayê rawestiyayî bûn.

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê: Hîna Tirkiye çeteyên DAIŞ û qaîdayê derbasî Lîbyayê dike

Ji aliyê xwe ve, berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî jî ev tişt piştras kir û got:

Hîna dewleta Tirk çeteyên DAIŞ û Qaîdayê derbasî Lîbyayê dike.

Me gelek çeteyên Sûrî li gel leşkerên Tirkî li ser sînorê bajarê Misrata û Tunisê dîtin.

Mismarî teqez kir ku ev çete li dibistanên Terablusê bi cih bûne.

Der barê heman mijarê de, duh nûnerê Tunis yê li NY metirsiya xwe ji herikîna van çeteyan di ser Tirkiyê bo Lîbyayê anî ziman.

Back to top button