Li Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 4.7 erd li bajarê Nexedeyê hejiya

Li bajarê Nexede yê Parêzgeha Urmiya Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 4.7 erd hejiya.

Ajansa Roj New’ê diyar kir ku, duh saet 21.07’an li bajarê Nexede yê parêzgeha Urmiya Rojhilatê Kurdistanê erd hejek bi pileya 4.7 çêbû.

Li gorî agahiyan Erdhej 10 kîlometre di bin erdê de çêbû.

Heta niha derbarê zirarên canî û madî de ti agahî nehtine dayîn.

24’ê Çileya îsal, jî li bajarê Xarpêtê yê Bakur Kurdistanê bi pileya 6.8 erd hejiya bû, di Encamê de 41 kesî jiyana xwe ji dest da, Hezar û 600 kes jî birîndar bûn.

Back to top button