Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrişa çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê têk birin.
Di berfirehiya daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya eşker kir ku du çeteyên li ser motorsîklêtê, di seet 5:30 êvarî de êrişî bendeke wan ya kontrolê li bajarê El Sebha ya Dêrazorê kirin.
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku yekser hêzên wan bersiva êrişan dan û çeteyên êrişkar ber bi cihekî ne diyar ve reviyan.
Her wiha Hêzên Ewlekariyê ragihand ku tu zirarên canî di nava endamê wan de çên bûn.
Li gel wê jî cihê erişê ji bo şopandina çeteyan, benda wan hat xurtkirin.
Di dawiya de Hêzên Ewlekariyê teqez kir ku ji bo mayînde kirina aramiya herêmê hêzên wan di nava amedbaşiyê de ne û got:
“Emê rê nedin tu kesî ewlehiya herêmê têk bibe”



