Dorpêça li ser wargeha Mexmûrê “nabe dorpêç li ser hezaran penaber were danîn”

LI dijî dorpêça li ser wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Serokê Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku, ji bo hin pirsgirêkan nabe dorpêç li ser bi hezaran kesê penaber were ferzkirin.

197 rojin dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome.

Serokê Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih helwesta xwe li dijî dorpêçê nîşan da û ragihand ku ji bo şopandina rewşa penaberan wan şandeyek rêkiribû wargehê.

Elî Heme Salih diyar kir ku wan bi fermî daxwaz ji Wezareta Hindirîn a Başûrê Kurdistanê kir ku dorpêça li ser Wargeha Şehîd Rustem Cudî bi dawî bikin.

Serokê Koma Tevgera Goran destnîşan kir ku, ji bo pirsgirêkên siyasî nabe bi hezaran kesê panaber bibin qurban, divê kesê sucdar bê dadgehkirin.

Tevî gelek hewldan û çalakiyan, lê hê jî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê sedema dorpêçê bi zelalî ji raya giştî re eşkere nekiriye.

Back to top button