Zext û binpêkirinên mafan li girtîgehên Tirkiyê didomin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di raporekê de ragihand ku ew bi qedexeyên kêfî re rû bi rû ne.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimînin, têkildarî binpêkirinên ku li girtîgehê pêk tên, raporek amade kirin û bi nameyekê ji Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê re şandin.
Di raporê de binpêkirinên mafên ên mîna qedexekirina pirtûkan û cezayên dîsiplînê cih digirin.
Hin binpêkirinên ku girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ev in:
* 10 rojnameyên cûda û kovar bi hev re hatin qedexekirin.
* Mafê sohbetê bi 3 saetan sînor kirin.
* Dîsa 2 name bi hincetên mîna ‘ewlehî, propaganda, pesindayîna berxwedanan’ bi temamî nehatin dayîn.
* Ava germ rojê tenê saet û 45 deqe tê dayîn.