Piştî Maeret El-Numan, artêşa Sûrî 3 gundên din jî bi dest xistin

Piştî bajarokê Maeret el-Numanê, Artêşa Sûrî gelek dever li gundewarê Idlibê yê başûr-rojhilatî bi dest xistin.

 

Li gorî ajansa SANA ya rejîma Sûrî, artêşê gundên Cobas, Merdîx û Maer Debsa yên li başûr-rojhilatê parêzgeha Idlibê ji çeteyan rizgar kirin.

Ew jî di encama şerekî dijwar navbera herdu aliyan de pêk hat.

Ajansê diyar kir ku hejmarek mezin a çeteyan jî hat kuştin û çeteyên mayî ber bi bajarokê Seraqibê ve reviyan.

Duh jî, bidestxistina bajarokê Maeret el-Numan ê stratejîk ji aliyê Fermandariya Giştî ya artêşa Sûrî ve hatibû ragihandin.

Fermandariyê her wiha, teqez kir ku ew ê operasyonên xwe li dijî çeteyên dewleta Tirk zêde bikin û giştî Idlibê bixin bin kontrola xwe.

Back to top button