Piştî însyatîfa Fermandariya QSD’ê ku gtibû “ew amade ne pêşwaziya koçberên Idlibê bike”, Îro beşa sêyemîn a koçberên Idlibê ku ji 80 malbatî pêk tê derbasî bajarê Minbicê bû.
Nûçeghana ANHA’ê di bernameya Îroj a Ronahî Tv de raghand ku, bi qasî 400 kesî bi kordîneya Lîwa El-Şimal El-Dîmokratî a di bin banê QSD’ê de, derbasî Minbicê bûn..
Her wiha da zanîn ku heta Kampa li Gundê Cideyd El-Himir a Minbicê amade bibe, wê ev koçber li Kampa Mehmûdilî ya Reqayê werin bicihkirin..
Li gorî wê, wê sibe jî beşekî din ê koçberan di heman dergehî re derbasî Minbicê bibin..
Ji çaxa ku Fermandar Mezlûm Ebdî vekirina deriyên herêmê li pêşiya koçberan ragihandiye, bi sedan kes li herêmên Rêveberiya Xweser hatine bicihkirin.