50 koçber ji kampa Perdereş vegeriyan malên xwe

Koçberên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe dabûn başûrê Kurdistanê vedgerin malên xwe. Şevê din 50 koçberên din ji kampa Berdereş derbasî herêmê bûn.

Her 50 koçber di Deriyê Sêmalka re derbasî herêmê bûn.

Rêveberê Deriyê Sêmalka Baz Ehmed da zanîn ku wan roja Duşem û Sêşem ji bo derbasbûna koçberan diyar kiriye.

Her weha Ehmed da zanîn ku heta niha 5 hezar koçber vegeriyane malên xwe.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9’ê Cotmeha 2019’an zêdeyî 400 hezar koçber bûbûn.

Niha beşeke ji van koçber li Kampa Waşokanî û Til Simin hatine bicihkirin û di nava bêdengiya saziyên mirovî yên navetewî de tenê Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî wan dike.

Back to top button