Kampa Til Semin ji ber nebûna konan nikare koçberan pêşwazî bike

Ji ber tunebûna konan, ji doh ve Kampa Til Semin a Reqayê nikare koçberan pêşwazî bike. Rêveberiya kampê bang li aliyên têkildar kir ku konan ji wan re peyda bikin da ku karibin malbatên bi rojane berê xwe didin kampê, pêşwaz bikin.

Di kampê de niha 249 malbatên ku ji hezar û 301 koçberî pêk tê, li 141 konên Heyva Sor a Kurd pêşkêş kirine, dimînin.

Lê ji ber zêdebûn hejmara koçberan û tinebûna konan rêveberiya kampê nema dikare koçberan pêşwazî bike.

Hevseroka Kampa Til Semin Fadiya Şerîf derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku di her konekî de zêdeyî malbatekî dijî.

Fediya Şerîf bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkarî û konan pêşkêş bikin da ku koçberên ji ber şer û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê direvin li kampê bi cih bikin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9’ê Cotmeha 2019’an, Meclisa Kantona Girê Spî bi

Back to top button