Meclisa kantona Efrînê li dijî biryara Dadgeha Navneteweyî bi daxuyaniyekê nerazîbûnên tûnd nîşan da û got:”Berisvdayîna Dadgeha Navneteweyî ji daxwazên me re bi serê xwe sûcek e.”
Şêniyên Efrînê ji ber kiryarên Dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê ji qirkirina çandî, revandin, êşkencekirin û talankirinê, bang li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa kirin û name jê re rêkirin.
Lê belê dadgehê bi hincetên ku aliyên wê yên qanûnî ne temam in, daxwaza şêniyan red kirin.
Meclisa Kantona Efrînê li kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê Şehbayê têkildarê mijarê, daxuyaniyek da .
Meclisê got, redkirina dadgehê ji daxwaza wan re bê ber pirsiyartiya wê nîşan dide û radestkirina gelê Kurd ji dijmin re ye.
BIRYARA DADEGEHÊ JI EDLAET Û QANÛNÊ DÛR E
Meclisa Efrînê destnîşan kir ku, biryara dadegehê ji edalet û qanûnê dûr e.
Meclisê dazanîn ku, kiryarên Dewleta Tirk û çeteyên wê ji aliyê gelek rêxistinên navdewletî hatine belgekirin, lê belê, dadgehê ew başguh kirine.
DADGEH HEVKARÊ KIRYARÊN TIRKIYÊ YE
Meclisê biryara dadgehê ya bersivdayîna giliyan bi tundî şeremezar kir û weke desteka bi kiriyarên Tirkiyê re bi nav kir.
Meclisê di dawiyê de destnîşan kir ku, parastina xek û gel ji mafê me yê qanûnî û rewa ye.
Em ê li hemberî dagrkeriya Tirkiyê bi rêbazên rewa berxwedanê bikin, heta dagirkirkeriya Tirkiyê ji kantonê biqewitînin.