Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a başûrê rojhilatê Îranê di êrîşa li ser dewriyeya polîsan de herî kêm 5 polîs jiyana xwe ji dest dan.
Di encama pevçûnê de 5 erkdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. Polîsan ragihandin ku dewriye li ser erka xwe ya rojane bûn û ji bo girtina êrişkaran operasyonê dane destpêkirin.
Di dîmenên ku di medyaya xwecihî de belav bûne de wesayitekî polîsan ku bi guleyan qulqulî bûye û li derdora wî jî hin ceset xuya dibe. Hîna tu komekî berpirsyariya êrîşê li xwe de negirtiye.
Sîstan- Belucistan ku di sînora Pakîstan û Afxanîstanê de ye, gelek caran bi polîtîkayên cudaker a dewleta Îranê û bi pevçûnên çekdarî tê rojevê. Ev herêma ku gelê Beluc lê dijîn, di heman demê de yek ji herêmên herî xizan ên welêt e.
Meqamên Îranê berê, di serî van de rêxistina Ceyş El Adl (Artêşa Edaletê), komên olî yên Sunnî wekî berpirsê êrişên li dijî polîs û Pasvanên Şoreşê yên li herêmê destnîşan kir
Êrişa dawî piştî kuştina 7 endamên Ensar El Furqan a bi operasyona rayedaran a bi îdiaya “di nava amadekariya êrişa li dijî tesîsên ewlehiyê de ne” pêk hat.
Rojek beriya vê operasyonê, polîsek di êrişeke din ku Ceyş El Adl berpirsyarî li xwe girtibû de hate kuştin.



