Rûsya bersiva Erdogan da: Em li gorî lihevkirina Sûtchî û Astanayê tevdigerin

Rûsya bersiv da daxuyaniya dawî ya Erdogan û diyar kir ku ew li gorî lihevkirina Sochî û Astanayê tev digere.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh bi zimanekî tûj Rûsya tawanbar kir ku ew li gorî lihevkirina Sochî û Astanayê tevnagere.

Berdevka Wezareta derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarov bersiv da Erdogan û got:

Rûsya pabendî lihevkirinên Sochî û Astanayê ye.

17’ê Îlona 2018’an di encamê lihevkirineke navbera serokê Rûsya Viladîmir Putin û serokkomarê dewleta tirk Erdogan li Sochî li ser avakirina herêmeke bi navê ”Kêmşer” hat lihevkirin.

Li gorî bendê lihevkirinê, divê dewleta Tirk çete û çekên wan yên giran ji vê herêmê vekişîne û agrbestek bê ragihandin.

Lê tevî vê lihevkirinê, gelek caran Rûsya binketina agirbestê bi dewleta Tirk ve girêdaye û diyar kiriye ku li Idlibê hîne terorîst hene.

Back to top button