LI HUDEYDAYÊ DAWÎ LI AGIRBESTÊ HAT

Li Yemenê li bajarê Hudeydayê duh danê şevê dawî li agirbestê hat û şerên dijwar rû dan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên Koalisyona Erebî bêtirî deh êrîşên ezmanî pêk anî.

Herwiha pevçûnên dijwar jî li nêzî peravê rû da.

Tê zanîn ku herêma peravê ya li ber Deryaya Sor ku di bin kontrola Husiyan de ye, bûye navenda şer û pevçûnan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hefteya borî Koalisyonê rawstandina êrîşên xwe li dijî perava Hudeydayê ragihandibû.

Husiyên ku alîgirên Îranê ne, ji aliyê xwe ve, wan jî avêtina fûze û êrîşên bi balafirên bê pîlot li dijî Siûdiyê û Îmaratên Yekbûyî yên Ereban rawestand.

Ji xwe vê tevgerê ragihandibû ku eger Koalisyona bi serkêşiya Siûdiyê aşîtiyê dixwaze, ew amade şer rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button