Şandeyeke Rêveberiya Xweser bi wezîrê derve yê Fînlandayê re civiya

​​​​​​​
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana Fînlanda kir.

Şandeya ku bi Wezîrê karê derve yê Fînlanda re civiya, diyar kir ku ji bo koçber vegerin warê xwe divê dagirkeriya dewleta tirk bi dawî bibe û hêzek parastina aştiyane ya navnetewî were bi cih kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevserokê Têkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Umer, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cîzîrê Nezîra Gewriyê, cîgirê hevserokatiya Têkiliyên Derve Fener El-Giêt û nûnerên Rêveberiyê Xweser a dewletên Scandinavian Şiyar Elî pêk tê.

Şandeyê bi Wezîrê Karê Derve yê Fînlanda Becca Haavisto re civiya.

Şandeya Rêveberiya Xweser:
Divê hêzek parastina aştiya navdewletî li herêmên dagirkirî werin bicihkirin

Di civînê de şandeya Rêveberiya Xweser girîngiya bi dawî kirina dagirkeriya dewleta tirk li Sûriyê, derbasbûna hêzên parasatina aştiya navdewletî û vegera ewle ya koçberan destnîşan kir.

Şandeyê diyar kir ku siyasetên dewleta tirk a guhartina demografîk û qirkirina etnîkî li herêmên dagirkirî berdewame.

Şandeya Rêveberiya Xweser di civînê de balkişand li ser rewşa koçberan û neşandina alîkariyên mirovî, bi taybet piştî biryara Neteweyên Yebûyî ya girtina deriyê sînor ê Til Koçberê.

Şandeya Rêveberiya Xweser:
Divê Fînlanda di çareseriya siyasî li Sûriyê xwedî rol be

Şandeyê destnîşan kir ku ew bi hêvî ne Fînlanda rola xwe ya çareseriya siyasî li Sûriyê bilîze û ji bo beşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî de bixebite.

Derbarê mijara girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan, şandeyê xwest ku civaka navdewletî bi rêveberiyê re li ser darizandina çeteyan bibe alîkar

Wezîrê Karê Derve yê Fînlanda:
Em li dijî siyaseta dewleta Tirk a guhartina demografîkin

Wezîrê Karê Derve yê Fînlanda jî nerazîbûnê xwe ji ber êrîşên dewleta tirk li ser herêmê da diyarkirin û got:

Bi destpêkirina êrîşan re Fînlanda firotina çekan ji bo Tirkiyê qedexe kir, û ew li dijî guhartina demografîya herêmên ne.

Back to top button