Li Kantona Reqayê ji bo şehîdê Hêzên Lîwa El-Şemal El-Demokratî ya girêdayê QSD’ê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Şêniyên Kantonê vê sibehê herikîn bin kon û sersaxî ji malbata şehîd Yehya El-Tehiş re xwestin.
Merasîma sersaxiyê bi beşdarbûna şêniyên Kantonê, rêveber û endamên saziyên sivîl û leşkerî li hola avahiya Hêzên Lîwa El-Şemal pêk hat.
Di merasîmê de şêniyan diyar kirin ku şehîd ji bo parastina herêmê, têkbirina terorê û misogerkirina ewlehiyê berdêlên giran dan.
Her wiha tekez kirin ku dê heta dawiyê li ser rêça şehîdan bin da ku armancên wan, pêk bînin.



