Pentagon: Wê moşekên patryot li Iraqê belav bibin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku piştî êrîşa Îranê ya li Iraqê, hewil tê dayîn ku moşekên Patryot li Iraqê belav bikin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Mark Esper bi daxuyaniyek çapemeniyê têkildarê mijarê axivî.

Esper ragihand ku Amerîka bi Iraqê re kar dike da ku pergala parastina hawayî ya “Patryot” belav bike, ew jî piştî topbarana Îranê ya li dijî bargehên leşkerî yên Iraqî ku hêzên Amerîkî tê de bi cih bûne.

Mark Esper destnîşan kir ku beriya ku ew çekan belav bikin, divê ew destûra hikumeta Iraqê bi dest bixin.

Ji aliyê xwe ve serokê komîteya yekîtî ya serokên hêzên çekdar ên Amerîkayê general Mark Millie got ku ew di vî warî de bi hikumeta Iraqê re kar dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 8 çileyê de, Îran êrîş birin ser baregehên Eyn El-Esed ya li parêzgeha Enbarê û baregeha Herîr ya li Hewlêrê, ku di van baregehan de hêzên Amerîkî hebûn.

Back to top button