Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan çalakiyeke bibandor li navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.
Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, YPG’ê çalakiyên xwe yên bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, didomînin.
Li gorî daxuyaniyê 19’ê Mijdarê tîmeke YPG’ê li navenda bajarê Efrînê li dijî nuqteyeke komên çete ku bi karê ‘polîsê leşkerî’ yê dagirkeriyê radibûn, çalakiyeke xurt û bibandor, pêk anîn.
Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 6 çete jî bi giranî brîndar bûn.