Yûnanistanê bi DYA’ê re hin peymanên leşkerî îmze kir

Parlamentoya Yûnanistanê bi piraniya dengan peymana leşkerî ya di navbera Emerîka û Yûnanistanê erê kir.

Li gor vê peymanê wê Amerîka li 3 giravên Yûnanistanê baregehên leşkerî ava bike û balafirên bê mirov bifroşe Yûnanistanê.

Ji ber aloziya Deryaya Spî Yunanistan xwe bi çek dike û bi deweletên derve re peymanên leşkerî yên nû îmze dike.

Di cotmeha 2019’an de Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo serdana Yûnanistanê kir.

Pompeo di serdanê de hin peymanên leşkerî bi Yûnanistanê re îmze kir.

Duh di parlamentoya Yûnaistanê peymana leşkerî ya kirîna balfirên bê morov û li dijî gefên dewleta Tirk, li ser 3 giravên Yûnanistanê wê baregehên leşkerî were avakirin.

Ev peymana leşkerî bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

parlamenekî Partiya Nû ya Yûnanistanê diyar kir ku, ev peyman di demekê de hat ku gefên dewlta tirk li ser ewelehiya welatên wan û Deryaya Spî heye hat îmzekirin.

Back to top button