UNICEF: 80 JI SEDÎ ZAROKÊN IRAQÊ RASTÎ TUNDIYÊ TÊN

Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), derbarê rewşa zarokên Iraqê di 7 salên derbasbûyî de raporek belav kir û diyar kir ku ji % 80 zarokên Iraqê rastî tundiyê tên.

Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), derbarê rewşa zarokên Iraqê di heft salên derbasbûyî de raporek belav kir.

UNICEF rapora xwe bi kordîneya ligel hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê amade kir.

Li gorî raporê ji sedî 80yê zarokên Iraqê ku mal an jî dibistanê rûbirûyê tundûtujiyê tên.

UNICEF’ê di rapora xwe de wiha got:

Piraniya zarokên ku ji malbatên hejar in, tu hevkariyeke hikûmetê nagihe wan.

Ji sedî 92ê zarokan dixwînin, piraniya zarokên malbatên hejaran xwedeina xwe di qonaxa seretayî de diqedînin.

UNICEFê di rapora xwe de destnîşan kir ku asta perwerê li parêzgehên başûrê Iraqê xirab e.

Ji ber şerê çend salên bihorî li parêzgehên Selahedîn û Neynewayê gelek zerar gehiştiye beşa perwerdeya zarokan.

Di raporê de hat diyar kirin ku ji 10 zarokan tenê 4 tên dserzîkirin û wiha domand:

Di rêjiya 2011ê de derdikeve ku ji her hezar zarokên ku ji dayîk bûne, 20 zarok dimrin.

Li gorî rêjiya dawî ji wan hezar zarokan tenê 14 dimrin.

Lê pirsgirêkên piştî ji dayîkbûna zarok zêde dibin, ji her 10 zarokan tenê 4 tên derzîkirin.

Zarokên malbatên hejar jî bi awayekî berbelav ji derzîkirinê bêpar dimînin”.

UNICEF’ê diy ku daxuyakirin ku tendirûstiya zarokên Iraqê ji ber ava pîs di metirsiyeke mezin de ye, nîvê xelkê Iraqê ava nepaqij vedixun, û ev yek jî bûye sedem ku gelek nexweşî li nav zarokan belav bibin.

Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF di dawiya rapora xwe de daxwaz ji hikûmeta Iraq û başurê Kurdistanê kir ku pereyan di xizemta gel û zarokan de serf bikin.

Leave a Reply

Back to top button