Bêrîtanya ji Ewropa derket

Ev demek dirêje Bêrîtaniya dixwaze ji Yekîtiya Ewropa derbikeve.

Ji bo vê yekê jî referandûm jî pêk hat.

Piştî pêvajoyek dirêj, êdî îro Bêrîtanya bi awayekî fermî ji YE derket.

Êdî Bêrîtanya serbixwe wê tevbigere û ev biryara wê çiqas bandor li aboriya wî welatî bike jî bi demê re wê zelal bibe.

Ingiltere piştî salên dor û dirêj daxwaza xwe ya derketina ji Yekîtiya Ewropa pêk anî.

Piştî ku Ingiltere 1973 beşdarî Kombûna Aborî ya Awropa bû, gelek welatan ji ber zêdebûna hêzê ya li Brukselê nerazîbûnên xwe tanî ziman.

Bi taybet jî piştî bloka rojhilat tevlî Yekîtiya Awropa bû û pêla koçberiyê rewşa heyî hîn aloztir kir.

Nêrîna serokê Partiya Serbixwe ya Qiralyeta Yekbûyî Nigel Farege ya salên 1990 a derketina ji Yekîtiya Ewropa ronhiya despêkê pêxist.

Li Ingiltere dinava 8 salên derbasbûyî de, mijarên Ingiltere dikare di Awropa de rolê pêşengtiyê bigre û pêş bikeve an jî Brexit wê çiqas Ingiltere pêş de bibe dihatin nîqaşkirin.

Di refernaduma ku 23 Hezîrana 2016’an de pêk hat, di navbera derketin û derneketinê de pêşbirkek zehmet hebû.

Herî dawî girseya bi daxwaza Brexit ê bi rêjeya ji sedî 52 dengan bi ser ket.

Êdî di pêvajoya heyî de li ser kursiyê wezareta hindirîn jî Theresa May rûnişt.

Bi derbasbûna demê re hat xuyakirin ku her tişt li gorî daxwaza May bipêşde naçe.

Jimareke zêde ya Inglizan derketina ji YE weke sedemê biçûkbûna aboriyê didîtin.

Vê pêvajoyê hişt ku May 24 Tirmeha 2019 an ji erkê xwe istifa bike.

Êdî Wezîrê Derve yê Ingiltere Boris Johnson dest bikar kir.

Johnson ku rastî zextên 5 partiyên sereke dihat xwest dem qezenc bike. Ji bo vê yekê jî despêkê xwest 5 hefteyan navber bide xebatên parlementoyê.

Lê ev daxwaza wî ji nîva rê vegeriya.

Johnson jî êdî di ferqêde bû ku pêvajoyek zor li pêşiya wî ye.

Johnson 28’ê Cotmehê ji YE re nameyek bê îmza şand û xwest dema derketinê dirêjtir bikin.

Bivî awayî Johnson hema rojan din karî bi partiyan bide qebûlkirin ku herin hilbijartina pêşwext.

Serkeftina hilbijartinê rêya Brexit vekir.

Johnson ku bi slogana çi dibe bila bibe ewê Brexit pêk were, karî di hilbijartina 12’ê Kanûnê de 365 parlementeran bidest bixe.

Êdî hêza Johnson ya guhertina her tiştî hebû.

Êdî biryara derketina Brexit hin leztir hate meşandin û 23 Çile hat ber destê Kralîçe û hat erêkirin.

Di nava vê pêvajoya dor û dirêj de êdî Îro Ingiltere ji YE bi wayekî fermî derket.

Herçiqas ev welat fermî li nava YE bimêne jî lê di pêvajoya heyî de wê ti rola xwe di biryarên heyî de nebe.

Alî heta 11 mehên despêkê wê weke bazirganiyek serbest pêk were û piştere jî wê li ser pêvajoya nû jî lihevkirinên nû pêk werin.

YE jî gef li Ingiltere xwar û got, Ger tu ne namzetî bî tu nikarî jî feydeyên namzetiyê sud werbigrî.

Ev yek dide xuyakirin ku li pêşiya Ingiltere hîna rêyên pir zehmet hene.

Back to top button