Li Bexdayê, xwepêşander û hêzên ewlehiyê pev ketin

Îro li Iraqê, ji ber rewşa siyasî û aborî careke din xwepêşandan pêk hatin û gelek xwepêşander birîndar bûn.

Xwepêşandan li qada El-Wesba ya nêzî qada El-Tehrîr ya li Bexdayê pêk hatin.

Îro dîsa di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de şer derket.

Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan gule berdan, di encamê de gelek xwepêşander birîdnar bûn.

Li aliyê din serkêşê Teyara El-Sedir, Muqtede El-Sedir, ji ber derengbûna avakirina hikûmetê, bang kir ku xwepêşandanên aştiyane bi hevkariya hêzên ewlehiyê li Herêma El-Xetra ya li Bexdayê pêk werin.

Lêvegerê bilind yê Şîa li Iraqê Elî El-Sîstanî jî, êrîş û tundiya li ser xwepêşanderan şermezar kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê daxwaza hilbijartineke pêşwext a lezgîn kir û ji parlementoyê jî xwest ku li dijî gendeliyê reforman bike.

Back to top button