Birîtaniya ji bo vekşandina çeteyan ji Lîbyayê wê projeyekê pêşkêş bike

Birîtaniya projeyek navnetewî ji bo vekşandina çeteyan ji Lîbyayê pêşkêşî hevalbendên xwe di Meclisa Ewlekariyê de kir.

Li gorî Ajansa AFP’ê projeya Birîtaniya wê rê li ber zêdebûna berşdariya çeteyên Sûrî yên Tirkiy li Lîbyayê bigire û wê banga bêalîlbûnê li hevalbendên xwe bike.

Her wiha di projeyê de hatiye diyarkirin ku divê hemû dewlet li gorî encama Kongreya Berlînê tevbigerin.

Projeya Birîtanî gurkirina şerê li Lîbiyayê şermezar dike û daxwaza pêkanîn û şopandina agirbestê li welatan û NY dike.

Back to top button