Li bajarê Musulê li dijî baregeha Amerîkayê êrişeke bi mûşekî pêk hat.
Çavkaniyên Ewlehî yên Iraqê ragihandin ku dûh şev li bajarê Musulê li dijî baregeha Kayara ya Amerîkî bi 5 mûşekan ve êriş pêk hatiye.
Li gor agahiyan di êrişê de wendabûnê canî çênebûye û heta niha tu aliyê vê êrişê negirtiye li ser xwe.
Hêjayê bi bîrxistinê ye ku piştê kuştina Qasim Silêymanî taybet li Iraqê êrişên li dijî baregehên Amerîkayê zêdebûne.