
Nûçegihana me ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî bejahî êrîşî tepê Radar ê herêma Babê yê Şehbayê kir.
Li vir Hêzên Rizgariya Efrînê bersiv da û êrîşa wan têk bir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, bi vê bersivê re, Artêşa Tirk û çeteyên wê bi paşde vegeriyan..
Di dîmenê ku hatiye belavkirin de, çeteyên dewleta Tirk pêl ala Rûsiyayê dikin.
Ev yek jî hêrsa dewleta Tirk û çeteyên di binketina li Idlibê eşkere dike.
Lê belê tevî binpêkirina ala Rûsiyayê li bargeha wê, heta niha hikumeta wê ti bertek û helwest nîşan nedaye.