Çeteyên dewleta Tirk êrîşî deverên rejîmê kir, 10 çete hatin kuştin

Rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê pêşdeçûnên xwe li ser erdê dewam dike û du herêmên din li Idlibê bi dest xistin. Di encam de nuqteyeke din a dewleta Tirk a qaşo Çavdêriyê ji aliyê rejîmê ve hat dorpêçkirin. Li aliyekî din û piştî gefên serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên li dijî rejîm û Rûsyayê, çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên Rûsya û rejîmê li Helebê kir û tê gotin ku çeteyan hin nuqteyên hêzên Rûsyayê kontrol kirin.

Piştî gefên serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên bikaranîna rêbaza leşkerî li dijî Rûsya û rejîmê, çeteyên dewleta Tirk êrîşên xwe li ser deverên rejîm û Rûsyayê zêdetir kirin.

Nûçegihana me ji kantona Şehbayê ya Helebê ragihand ku li herêma Til Radar, gundê Xirbiş û Til Rîhal şerekî giran navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de rû da.

Di encamê de 10 çeteyên dewleta Tirk hatin.

Çeteyan zanîngeha Helebê topbaran kir

Her wiha çeteyên dewleta Tirk li dora taxa Cemiyet El-Zehraa û Kolana El-Nîl dora Zanîngeha Helebê topbaran kirin.

Nûçegihana me diyar kir ku Topeke çeteyan li dora fakulteya endezeya mîkanîk ket.

Li gorî dazgehên çapemeniyê û tevna civakî, çeteyên artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên Rûsyayê li herêma Tadif li rojhilatê gundewarê Helebê kontrol kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihand ku li bejahiya gundewarê Babê yê rojava û başûr-rojava çeteyên dewleta Tirk hin deverên rejîmê kontrol kirin û leşkerine rejîmê jî dîl girtin.

Li gorî dîmenekî ku Çavdêriyê belav kiriye, çeteyên dewleta Tirk alên rejîm û Rûsyayê kirin bin lingê xwe de û pêl wan kirin.

Her wiha hat ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk deverên ku ji vê sibehê vew li gundewarê Helebê kontrol kirin, vekişiyan û balafirên şer ên Rûsyayê li ser herêmê geriyan.

Rejîmê du bajarok bi dest xistin û nuqteyek dewleta Tirk dorpêç kir

Li Idlibê jî rejîm bi desteka Rûsyayê pêşdeçûna xwe berdewam dike û bajarokê Armaniya û Mere Hitat bi dest xistin.

Di encamê de nuqteyeke din a dewleta Tirk a bi navê Mere Hitat ji aliyê rejîmê ve hat dorpêçkirin.

Lewre artêşa Tirk a dagirker hebûna xwe li dora bajarokê Seraqib bi hêz dike û nuqteyek nû li herêmê bicih kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku artêşa Tirk a dagirker tank, wesayîtên zirxî û derdora 20 leşker li deriyê têketina gundê Keferamîm ê li rojhilatê bajarokê Seraqibê bi cih kirin.

Back to top button