Mehmûd Ebas: Wê Filistîn têkiliyên xwe bi Amerîka û Îsraîlê re bi dawî bike

Komkara Erebî ragihand ku ew bi ti awayî “Peymana Sedsalê” ya li dijî gelê Fililstînê qebûl nakin.

Wezîrên welatên ereban, li Qahîrayê, ji bo nîqaşkirina “Projeya Aştiyê” ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye civiyan.

Sekretêrê Giştî yê Komara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt anî ziman ku civîna îro nameyek e ku Filistînî ne bi tenê ye û doza Filistînê doza Ereban hemûyan e.

Ebû El-Xeyt destnîşan kir ku divê bi diyalogan lihevkirinek pêk were ku hêviyên Filistîn û Îsraîlê di ber çavan re derbas bike.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî diyar kir ku ew careke din “Projeya Aştiyê ya Amerîkayê” red dike û wê “Peymana Sedsalê” qet qebûl neke.

Mehmûd Ebas ragihand ku ji ber înkarkirina lihevkirinên navdewletî, wê Filistîn têkiliyiên xwe bi Amerîka û Îsraîlê re bi dawî bike.

Back to top button