Bîlançoya erdheja li Efxanîstanê zêde dibe.
Hat ragihandin hejmara qurbaniyan gihiştiye 2 hezar û 205’an.
Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Demkî ya Afganistanê Hamdullah Fitrat, hejmara qurbaniyên erdheja roja Yekşemê li parêzgeha Kunar ragihand.
Li gorî vê yekê, hejmara qurbaniyan gihîştiye 2 hezar û 205 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 3 hezar û 640 kesan.
Hat destnîşankirin ku hewldanên rizgarkirinê li deverên herî zêde zirar dîtine yên parêzgeha Kunar, di nav de Nur Gul, Sawki, Capa Dara û Manogi, berdewam dikin.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku erdhejê bandor li sed hezaran mirovî kiriye, banga alîkariya lezgîn kir û fonek ji 5 milyon dolarî veqetand.
Lê belê ji ber kêmaniya alîkariya navneteweyî operasyonên mirovî yên li qadê jî kêm dimînin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku ji bo destwerdana lezgîn pêwîstî bi 3 milyon dolarî heye, lê belê ev çavkanî nehatiye peydakirin û li ser rîska nexweşiyên şewbê hişyarî da.



