Çavdêr û kesayetên siyasî yên bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê derbarê nedayîna mafê hêviyê ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo Rêber Apo re axivîn.
Çavdêran ragihandin ku nedana mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, ji ber tirsa ji raman û paradîgmayên wî ye.
Osman Mihemed diyar kir ku tiştê ku li Rêber Apo tê kirin, bernameyek nijadperest û paşverû ya Tirkiyê ye.
Osman Mihemed bal kişand li ser pêvajoya ku niha dimeşe û wiha anî ziman:
“Ev ne cara yekeme ku Birêz Ocalan aştiyê dide destpêkirin û ji cîhanê re dibêje ku neheqî li Kurdan hatiye kirin.
Niha jî tiştê ku heye hewldanên Birêz Ocalan yên ji bo rawestandina şer e.”
Azad Mihemed zade jî destnîşan kir ku rola kesayetiya karîzmatîk a Rêber Apo di pêvajoya aştiyê de girîng e, ji ber vê yekê tiştekî xwezayî ye ku mafê dayîna kesayetiyekî wisa hebe ku xwe bi awayekî azad li pêşberî gel îfade bike.



