Artêşa Îsraîlê bang li şêniyên bajarê Xezayê kir ku ji bajar derkevin û biçin herêma Mewasî.
Artêşa îdia kir ku Mewasî herêmeke mirovî ye û xizmetên baştir lê hene.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee da zanîn ku şêniyên bajarê Xezayê bêyî ku werin kontrolkirin, dikarin bi wesayîtan di kolana Reşîd re ji bajêr derkevin û biçin herêma Mawasî.
Adraee îdia kir ku herêma Mewasî herêmeke mirovî ye û xizmetên baştir lê hene û got:
Li herêmê binesaziyên mirovî yên aktîf hene ku ji nexweşxaneyên meydanî, xetên avê, cihên paqijkirina avê pêk tê.
Madeyên xwarinê, derman û pêdiviyên alîkariyê jî hene ku bi koordîneya civaka navneteweyî derbas dibin.
Serokê DYA’yê Donald Trump anî ziman ku dibe hejmareke mezintir a rehînên ku li Xezayê hatine ragirtin mirine û wiha bi lêv kir:
Em hêvîdar in ku ev nûçe şaş bin. Lê me bihîstiye ku zêdetirî 30 cenaze hene.
DYA’yê bi Hemasê re di dan û standinên kûr de ne.
Li gorî artêşa Îsraîlê, ji 251 kesên ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de hatibûn revandin, 47 kes hîn jî li Xezayê girtî ne, piştrast bûye ku 25 kes ji wan mirine.



