Komîteya Şêwiriyê li bajarê Reqayê civîneke berfireh li darxist.
Hevserokê Komîteya Danûstandinan Ebid Hamid El Mihbaş destnîşan kir ku lihevkirina 10`ê Adarê bingeha pêvajoyeke nû ya nenavendîbûnê ye.
Ebid Hamid El Mihbaş hinek komîteyên ku li beravakirinê ne eşkere kir û got ku komîteya ewlehiyê û leşkerî, perwerde, deriyên sînor, aborî, tenduristî û guhertina destûrê, çêdibin.
Her wiha El Mihbaş destnîşan kir ku komîte, dê bi awayekî asayî carnan li Şamê carnan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicivin.
El Mihbaş diyar kir ku lihevkirina 10`ê Adarê ji bo danûstandinan, lêveger e ji ber ku bingeha entegrekirina îdarî, leşkerî û ewlehî û pêvajoyeke nû ya nenavendîbûnê ye.



