Bi boneya salvegera îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji Meclisa Giştî, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk tê, Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Sîham Qeryo axivî.
Sîham Qeryo pêvajoya ji 2014’an heya 2018’an wekî ezmûneke aktîf di rêgirtina li ber her valahiyeke ewlehî û siyasî de nirxand û got:
“Ev ezmûn bi rêya avakirina saziyên parelel a hikumeta navendî bû modela mîsogerkirina istiqrarê û peydakirina xizmetên bingehîn.”
Her wiha Sîham Qeryo desnîşan kir ku nîşaneya herî sereke ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas bû, avakirina saziyan û eleqeya civakî ye û wiha domand:
“Hevpeymana Civakî ya ku bi destê pêkhateyên Sûriyê hate nîvisandin, çarçoveyeke navxweyî ava kir ku îro bûye kevirê bingehîn.
Ev yek dihêle ku her ferdek cihê xwe di dayîna biryarê de bigire.”
Sîham Qeryo bal kişand ser astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derketine û diyar kir ku êrişên leşkerî, destwerdanên derve pirsgirêkên herî mezin bû.
Sîham Qeryo da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk îro bûye projeyek civakî û siyasî ku vîna civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide.



