Li Almaniyayê di çaroveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mafê hêviyê de civîna gel hat lidarxistin.
Di civînê paradîgmaya Rêber Apo û mafê hêviyê hat nîqaşkirin.
Civîn li bajarê Bremen bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîka Kurd Meclîsa Jinê ya Sêvê li Mala Cemê pêk hat.
Kurdistaniyên li bajêr û dostên wan, Siyasetmedar Fatma Kurtulan û Faysal Sariyildiz beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Hevserokê Civaka Demokratîka Kurd “DTKM’ê” Mûrat Riha axivî.
Mûrat Riha diyar kir ku ew pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di nava civakê de nîqaş dikin, lewma ev civîn tên lidarxistin.
Siyasetmedar Fatma Kurtulan banga xurtkirina piştgiriya pêvajoyê kir û wiha got:
“Ji bo ku ev pêvajo hîn bêhtir bê qebûlkirin divê mafê hêviyê bê pêkanîn.
Gavên bi hêz a aliyê Tirkiyeyê tenê bi vî awayî mimkun e.
Şertên Îmraliyê yên Rêber Apo divê bi lezgînî bên rakirin, divê bi gelê xwe û rêxistina xwe re bicive.”



