Ji Ber dizî û derqanûniya firotina erdan gilî li Nêçîrvan Barzanî hatin kirin

Komek parêzer û çalakvanên civaka sivîl, li bajarê Hewlêrê ji ber dizî û derqanûniya firotina erdan, li dijî serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîra berê ya Şaredariyan Newroz Mewlud gilî kirin.

Parêzer Goran li ber derê Saziya Destpakî ya herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Goran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di kabîneya berê ya hikumetê de, bi bihaneya avakirina benzînxane, cihê şûştina erebeyan di nava bazarê de erd bi nirxekî mezin firotin komek ji rojnameger, hunermend û kesên diyar.

Parêzer Goran diyarkir ku ji bo vê jî wana li Destya Destpakî li dijî serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Barzanî û wezîra berê ya Şaredariyan Newroz Mewlud gilî kirin

Goran bang li hikumeta nû kir da ku bi awayek vekirî reforman pêkbîne û hemû biryarên berê yên li ser belavkirina erd betal bikin.

Back to top button