Nivîskar Îlhan Dayan, piştî dîlgirtina 32 salan; 26’ê Adarê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a li Amedê hat berdan.
Îlhan Dayan da zanîn ku Rêbertî deriyê jiyaneke nû vekir û got: “Rêbertî Ji siyasetê heta bi wêjeyê li her qadan derfetên jinûve avakirinê pêşkêş dike.”
Nivîskar Îlhan Dayan ku li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê di 18’ê Tebaxa 1993’an de hat girtin, piştî dîlgirtina 32 salan, 26’ê Adarê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmara 2’emîn a li Amedê hate berdan.
Nivîskar Îlhan Dayan derbarê pêvajoya girtîgeh û aştiyê de ji ANF’ê re axivî û got:
“Girtîgeh ne cihekî welê ye ku jiyaneke ji rêzê lê bê derbaskirin.
Pêwîstî bi hewldan, îrade, kûrbûn û baweriyeke bêhempa heye.
Bêyî van jiyana bi nirxên xwe yên cewherî li girtîgehê, ne pêkane.”
“Rastiya gel a ku di nava têkoşînê de dikare hebûna xwe biparêze”
Dayan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo dest pê kir û wihadewam kir:
“Dema ku daxuyaniyên destpêkê têkildarî pêvajoyê hatin dayîn, ez girtî bûm.
Rêbertî ji me re got ku gelê Kurd êdî xwedî rêbazên demokratîk e, dikare xwe pê biparêze û bi rêxistin bike.
Rêbertî nîşanî me da ku ev rastiya gel a ku di nava têkoşînê de ava bûye bêyî çekan jî dikare hebûna xwe biparêze.”
“Paradîgmaya ku Rêbertî dikare Rojhilata Navîn biguherîne”
Dayan di derbarê pêvejoyê de ev anî ziman:
“Niha pêvajo ji gelek aliyan ve tê nîqaşkirin.
Hin derdor jî bi zanebûn hewl didin bi pêvajoyê bilîzin.
Rêbertî qala guhertineke fikrî ya mezin dike.
Paradîgmaya ku Rêbertî destnîşan dike xwedî wê hêza fikrî û felsefî ye ku ne tenê Kurdistanê, dikare çarenûsa sosyo-polîtîk a Rojhilata Navîn biguherîne.”
“Rêbertî deriyê jiyaneke nû vekiriye”
Dayan destnîşan kir ku Rêbertî deriyê jiyaneke nû vekiriye û wiha domand;
“Rêbertî qala pêvajoyeke avakirina civakî ya nû dike.
Lewma ji siyasetê heta bi wêjeyê li her qada ku bê bîra mirovan derfetên jinûve avakirinê pêşkêş dike.
Ev pêvajo ne pêvajoya bendemayînê ye.”
“Cewhera vê paradîgmayê ku hemû civakan di nava xwe de dihewî ne”
Îlhan Dayan destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi aştiyê bi encam bibe, divê dewlet tavilê gavên şênber biavêje û wiha bi dawî kir:
“Ji bo ev proje karibe bi pêş ve biçe divê dewlet bi lez gavan biavêje.
Guhertinên qanûnî û destûra bingehînî divê bêne kirin.
Cewhera vê paradîgmayê ev e: li vê cografyayê her kes wê li gorî nirxên xwe yên civakî û dîrokî bijîn.
Lewma divê wekhevî pêk were.
Ji bo vê jî divê guhertinên qanûnî û destûra bingehînî bi lez bêne kirin.”



